Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Serokê nû hilbijartî Obama û yê berê Bush digel hev de kom bûn

11/11/2008

Barack Obama (r) and George Bush in the Oval Office of the White House, 10 Nov 2008Serokê nû hilbijartî Barack Obama û malbata wî do bi mêhvandarîya Serok Bushî seredana Seraya Sipî kirin.

Seraya Sipî ragihand ku Obama û Bush li ser babetên ku dê werine pêşîya serokê nû hilbijartî bi şêweyeke dostane û baş peyivîne.

Ji dema hilbijartinê û heta niha ku cara yekê serok Bush û Obama hev dîtin, herdu tenê digel hev de kom bûn.  Herduwan gotin ku jibo destveguhastina desthilatê bê pirsgirêk birêve biçe
wê herdu bihevre çi ji dest bê bikin.

Dema ku herdu serokê nû û yê berê digel hev de kom dibûn Laura Bush jî Michelle Obama li Seraya Sipî gerand.

Herçende herduwan balê kişandin ku ew dê digel hev kar bikin bo destveguhastineke bê kêşe, John Podesta yê ku bizava destveguhastina desthilatê jibo Obama birêve dibe got ew dê demûdest bizavê bikin jibo bettal kirina biryarnameya serok Bushî li ser babetên sînordar kirina vekolînên li ser şanekên qirnî yên canê mirovan û biryarnameya bo vekirina cihên gelerî bo lêgerîna niftê. 

Sekreterê Giştî yê Seraya Sipî yê ku hê nû ji alî Obama ve hatîye ragihandin nunerê Illinois Rahm Emanuel jî got babeta serekî ya li pêş Obama aborî ye.  Emanuelê ku li ser kanalên ABC û CBS axiftî gote dê Obama demûdest bi tekoşina li dijî kêşeyên aborîyê dest bi kar bike.

emailme.gif Vê babetê e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Îsraîl dîsa dest bi hêrîşên asmanî dike bo ser Kerta Xezze

  Babetên din
Welatêt Yêkgirtiyêt Amerîkî balyozxana xwe li Iraqê vekir
Obama dibêjît ew bala xwe dide rexne û gazindeyan û bi wî awayî siyaseta xwe dimeşînît
Dr. Necmeddîn Kerîm seredana xwe ya bo Herêma Kurdistana Iraqê nirxand
Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî dest bi kombûnên xwe dike bo bahs kirina kêşa navbera Îsraîl û Hamasê 
Li Kerbela nêzîkî du milyon Şî'a pişikdarî rêûresma salane ya Aşura dibin  Audio Clip Available
Rusya hinartina gazê bo Ukranya rawestand
Rêberêt Hemas yê li Misrê bo dan u standinêt aştîyê
Hêzên Peya yêt Leşkerê Îsraîlê şerrî li seranserî Xezze dijî Hamas dikin
Ayetullah Alî Xamaney huşdarî da serokwezîrê Iraqê li ser rêkeftina parastinê
Richardson xwe ji berbijarîya Obama bo Wezareta Bazirganîye vekêşa
Leşkerê Îsraelê çû nav Xeze 
Papa Benedict daxaza ragirtina şerê Xeze dike  Audio Clip Available
Li hêrişeka xwekujî bi kêmî ve 35 kes li Bexda hatin kuştin  Audio Clip Available
Karbidestekê Hemasê li Xeze hat kuştin  Audio Clip Available