Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Piştî hilbijartinê serok Bush cara yekê di hevpeyvîneke televizyonê de axift

12/11/2008

President George W. Bush (file photo)Serokê Amerîka George Bush dibêjît wî hemî bizavêt xwe kirîne jibo piştgirî kirina leşkerî dinav van heyşt salan de ku ew li ofîsa serokatîye da bûye.

Dinav yekemîn hevpeyvîna xwe da ji demê hilbijartinên serokatîye ku heftîya buhurî bi domahî hatin, birêz Bush roja sêşembîyê li ser televizyona CNN'a Amerîka axift û got girîng e ku serbazêt welatî bizanibin ne tenê wan piştgirîya wî kiriye, belku ew li erkê wan da li rex wan rawestaye.

Ew sebaret dîdara xwe ya roja sêşembîyê li Seraya Sipî tevî Barack Obama yê bi serok hilbijartîyê Amerîka jî axift û got birêz Obama pêşwext girîngîya pîştgirîya hêzêt leşkerê welatî dizanît.

Birêz Bush qebul kir ku ew bi vê derencama dengdanê bi mixabin bûye lê got ew jibo birêz Obama daxwaza rojêt herî baş diket.

Serok Bush herwisa qebul kir ku ew peşîman e li wê gotara xwe ya li meha pênc sala 2003 dayî û got erk li Iraqê bi domahî hatîye û şerrê Iraqê bi serkeftin bi dawî hatîye.


emailme.gif Vê babetê e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Îsraîl dîsa dest bi hêrîşên asmanî dike bo ser Kerta Xezze

  Babetên din
Welatêt Yêkgirtiyêt Amerîkî balyozxana xwe li Iraqê vekir
Obama dibêjît ew bala xwe dide rexne û gazindeyan û bi wî awayî siyaseta xwe dimeşînît
Dr. Necmeddîn Kerîm seredana xwe ya bo Herêma Kurdistana Iraqê nirxand
Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî dest bi kombûnên xwe dike bo bahs kirina kêşa navbera Îsraîl û Hamasê 
Li Kerbela nêzîkî du milyon Şî'a pişikdarî rêûresma salane ya Aşura dibin  Audio Clip Available
Rusya hinartina gazê bo Ukranya rawestand
Rêberêt Hemas yê li Misrê bo dan u standinêt aştîyê
Hêzên Peya yêt Leşkerê Îsraîlê şerrî li seranserî Xezze dijî Hamas dikin
Ayetullah Alî Xamaney huşdarî da serokwezîrê Iraqê li ser rêkeftina parastinê
Richardson xwe ji berbijarîya Obama bo Wezareta Bazirganîye vekêşa
Leşkerê Îsraelê çû nav Xeze 
Papa Benedict daxaza ragirtina şerê Xeze dike  Audio Clip Available
Li hêrişeka xwekujî bi kêmî ve 35 kes li Bexda hatin kuştin  Audio Clip Available
Karbidestekê Hemasê li Xeze hat kuştin  Audio Clip Available