Îro duşembîyê zanyarîyêt fermî ku hatine belav kirin nîşan didin duwemin aborîya mezina cîhanê heta yek ji sedê jinav sê mehan da biçûk bûye heta dawîya meha neh.
Ewe duhemîn werzê aborî bû ku aborîya Japonê ew dakeftine tecrube dikir.
Alozîya diravîya cîhanê şun û warêt wêranker biser aborîyêt mezinêt cîhanê danîye. Japon niha dinav yekemîn dakeftina aborîya xwe de ye ji sala 2001ê û pêda heta niha.
Hejîyî gotinê ye eger du werzan yan jî du sê mehêt li pey yek aborî di nizmbûnê da bit weku qeyrana aborî tête dîtin.
Heftîya buhurî Yekîtîya Ewropa got 15 welatên ku Euro bi kar tînin dinav karûbarêt bazarêt xwe da bi awayek fermî keftine nav qeyrana aborîyê.