VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Jibo şerrê dijî PKKê, Amerîka, Iraq û Turkîye dê bihevre kar bikin

20/11/2008

[insert caption here]
Beşîr Atalay(r)digel wezîrê navxweyî ye Iraqê.
Welatên Yekgirtîyên Amerîka, Turkîye û Iraq rêkeftin ku digel hev komîteyek deynin bo şerrê dijî serhildayên cudaxwazên Kurd ku ji bingehên li bakura Iraqê êrîş dikine ser Turkîye.

Duhî çarşembîyê serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî mêvandarîya axaftinên li ser vê babetê kir li Bexda jibo Wezîrê Navxweyî yê Turkîye Beşîr Atalay û Balyozê Amerîka Ryan Crocker.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka û Iraq Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê wek rêkxistinek terorîst binav dikin belê di wê xemê de ne ku êrîşa Turkîye bo ser serhildayan dê rewşa aramîyê li bakura Iraqê xerake.

Turkîye piştî ku li meha buhurî 17 serbazên wê di kemînekê de li başura rojhilata welatî hatin kuştin kiryarên xwe zêde kirîne.

Hêzên Leşkerî li Turkîye dibêjin roja çarşembîyê di hêrîşên cuda da li rojhilata Turkîye bikêmî sê serbaz û çar serhildayên PKKê hatine kuştin.
 
Serhilda ji sala 1984 heta niha jibo otonomîyê şer dikin li başura rojhilata Turkîye.  Di vî şerrî de bi dehan hezar kes hatine kuştin.


E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Îsraîl dîsa dest bi hêrîşên asmanî dike bo ser Kerta Xezze

  Babetên din
Welatêt Yêkgirtiyêt Amerîkî balyozxana xwe li Iraqê vekir
Obama dibêjît ew bala xwe dide rexne û gazindeyan û bi wî awayî siyaseta xwe dimeşînît
Dr. Necmeddîn Kerîm seredana xwe ya bo Herêma Kurdistana Iraqê nirxand
Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî dest bi kombûnên xwe dike bo bahs kirina kêşa navbera Îsraîl û Hamasê 
Li Kerbela nêzîkî du milyon Şî'a pişikdarî rêûresma salane ya Aşura dibin  Audio Clip Available
Rusya hinartina gazê bo Ukranya rawestand
Rêberêt Hemas yê li Misrê bo dan u standinêt aştîyê
Hêzên Peya yêt Leşkerê Îsraîlê şerrî li seranserî Xezze dijî Hamas dikin
Ayetullah Alî Xamaney huşdarî da serokwezîrê Iraqê li ser rêkeftina parastinê
Richardson xwe ji berbijarîya Obama bo Wezareta Bazirganîye vekêşa
Leşkerê Îsraelê çû nav Xeze 
Papa Benedict daxaza ragirtina şerê Xeze dike  Audio Clip Available
Li hêrişeka xwekujî bi kêmî ve 35 kes li Bexda hatin kuştin  Audio Clip Available
Karbidestekê Hemasê li Xeze hat kuştin  Audio Clip Available